background cover of music playing
Emro - Şakiro

Emro

Şakiro

00:00

03:28

Song Introduction

**Emro - Şakiro** Niha tu agahiyên ji bo ev stran tune.

Similar recommendations

Lyric

Emro

Emro sibe ye qîz û bûkê gundê me meşiyane avê

Delal,

Bejnzirava, çepildirêja, porkeja, navqendîla xwe dane pêşiyê

Kinan û miskînya, dêkotîya xwe dane dawîyê,

Qemera min a bi nîşan dixemilî şeva xatirê dilê rezîl xwe dabû navê

Gelî gundî û cînarno gilî û gazin û loma ji min nekin

Min sond xwarî tu cara li ser kawa xwe ya kubar ra

Li ti qîz û bûkê xelkê nakim merhabatiyê tu silavê

Gidîno kubara min a nazik û nazelîn,

Fenanî başordegê ji golixê muradê,

Etegê Sînê bi Sînegê

Pelê xwe diweşîne ji berfê ji qiraxê, ji xunavê,

Eman de ecemê lê hêêê êêhêhê êê...

Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be, ez ê ji bona te mirî me,

Ax zalimê ez nizanim tu çawa yî

Emro,

Emro sibe ye vê sibekê diçûme Heleba şewitî

Ciyê gewran û rindan, dîkê şevê nîvê şevê min dixulxuland

Delal,

Welatê xerib bû, durziyê du delal bûn

Ez ê nexweşî bê halî nexweşê nava cîh bûm,

Bê qewm û bê lêzim û bê kes û bê xwedî bûm

Serê min li ser balgî û balîfê, çavê min li xewê bû,

Guhê min li guhdariyê bû, min serê xwe ji xewa şêrîn bilind kir,

Min dît cote pîrê melûmê kezeb serê min sekinîbûn

Berxê, yekî kefenê min dibirî, yekî meqesê dabû difesiland

Mirin emrê Xwedê ye ez dimirim,

Min dît kubara min xwe dabû ber pencerê

Bi qiram û dîrhema kilê sibhanê dikire belek çava

Vê dîlberê xwezî min zanibiya

Gavê din da de ji kêra xwe dineqişand, dixemiland,

Eman de ecemê lê hêêê êêhêhê êê...

Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be ez ji bona te mirî me,

Ax zalimê nizanim tu çawa yî

- It's already the end -