00:00
04:40
Ev stran heye zanyariya pêwendîdar tune ye.
Lê wûsa tu li min çi dikî
Derda li min zêde dikî
Birîna dilê min vedikî
Emrê mayî talan dikî
Tu gul î ez bilbilê te me
Tu Zîn'î ez Memê te me
Heta saxbim li dunyayê
Tu yaminî ez yê te me
Min go ez aşiqê te me
Heyrana wan çavên te me
Yar ez ji ber evîna te
Dilê min bi kul û xem e
Tu gul î ez bilbilê te me
Tu Zîn'î ez Memê te me
Heta saxbim li dunyayê
Tu yaminî ez yê te me
Pir dixwazim tu yamin bî
Şahiya vê dilê min bî
Her roj ber min bijî
Hevala jiyana min bî
Tu gul î ez bilbilê te me
Tu Zîn'î ez Memê te me
Heta saxbim li dunyayê
Tu yaminî ez yê te me