background cover of music playing
Keziyên Yarê - Mem Ararat

Keziyên Yarê

Mem Ararat

00:00

04:07

Similar recommendations

Lyric

Keziyên yarê bi gul e, bi gul e çavxezal

Rûken e çav bi kil e, çav bi kil e delal

Hûrik hûrik dikene dikene ez heyran

Lê bi kul û keser e, êşiyaye çavxezal

Hûrik hûrik dikene dikene ez heyran

Lê bi kul û keser e, êşiyaye çavxezal

Dîlbera li ber behra Wanê min di xewnekê de dît

Çavhunguvê min li ber pela çiyayê Sîpanê dît

Qencîya ezdayê mezin derxist pêşberî min

Ez qurbana esaletê xelata birînên min

Qenciya homayê mezin derxist pêşberî min

Ez qurbana esaletê xelata birînên min

Keziyên yarê bi rihan e, bi rihan e çavxezal

Mîna kulîlkan bêhn dide, bêhn dide Mem bi qurban

Tu dibêjî qey çemek av e, ava herî zelal

Ger vexwum ez ê nemrim, ez ê nemirim tucar

Tu dibêjî qey çemek av e, ava herî zelal

Ger venexwum ez ê bimrim, ez ê bimirim her car

Li berûberê behra Med an darek zeytûnê me

Êşiya me, talan bûme çavên min li rê ye

Dema tu li neqeba tarî derket pêşberî min

Kenê min ê zarokatî te anî bîra min

Dema tu li neqeb tarî derket pêşberî min

Kenê min ê zarokatî te anî bîra min

Keziyên yarê bi rihan e, bi rihan e çavxezal

Mîna kulîlkan bêhn dide, bêhn dide ez heyran

Tu dibêjî qey çemek av e, ava herî zelal

Ger vexwum ez ê nemrim, ez ê nemirim tucar

Tu dibêjî qey çemek av e, ava herî zelal

Ger venexwum ez ê bimrim, ez ê bimirim her car

- It's already the end -